26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Demarên Mûsilê di destê Pêşmerge de ne

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Serfermandarê Wezareta Pêşmerge ragihand ku Hêzên Pêşmerge riya sereke ya di navbera Mûsil – Iraqê de birîne, lewma wan jî êrişên xwe li ser Hêzên Pêşmerge kêm kirine.

Ferîq Cemal Mihemed Serfermandarê Wezareta Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Demarên Mûsilê di destê Hêzên Pêşmerge de ne, bi taybetî laşên Şingalê û riya serke ya di navbera Iraq – Sûriyê de, ku beriya niha DAIŞ bi riya wê cadê DAIŞ alîkarî ji Sûriyê werdigirt.”

Mihemed wiha got: “Xala serke ji bihêziya Hêzên Pêşmerge li parêzgeha Mûsilê re, li bakur qutkirina tevgera DAIŞê ye, lewma pêwîst e Artêşa Iraqê jî pêngavan bavêje, ji ber ku mana DAIŞê xeternak e li navçeyê û nave ev terorîst werin piştguhjirin.”

Serfermandarê Pêşmerge wiha domand: “Hêzên Pêşmerge berdewam di rewşa amadebaşiya temam de ne û rê nadin DAIŞê ku li ti eniyê êriş bikin û eniyên me bişkînin, ji ber ku şikandina eniyan tenê xeyaleke ji wan re.” 

Nûçeyên têkildar