26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

300 xrîstiyanên din dibin Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info
مه‌سیحییه‌كان-تلسقۆف.ئه‌رشیڤ.

Hewlêr-KDP.info- Sikreterê Partiya Demokrat a Bêtulnehrên a xrîstiyanan ragihand ku, jibilî wan 300 xristiyanên ku ji beriya salekê ve li eniya Tilisquf in di nava Hêzên Pêşmerge, 300 xristiyanên din amade ne tevlî refên Pêşmerge bibin.

Romyo Hekarî Sikreterê Partiya Demokrat a Bêtulnehrên a xrîstiyanan ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha fewcek ji xristiyanên nava Hêzên Pêşmerge re hatiye avakirin ew jî bi nave hêzên Deşta Mûsilê û li Tilisfûfê bicih bûne û ev salek e ku li wir di nava Hêzên Pêşmerge de ne û hejmara wan 300 kes e, lê niha me navê 300 kesên din şandiye Wezareta Pêşmerge û dê ew jî bibin Pêşmerge di nava fewceke din de û wezaret rezî bûye, em hêvîdar in ew jî werin damezrandin û biçin eniya şer û parastina xrîstiyanan bikin.”

Hekarî wiha got: “Hêzên Deşta Mûsilê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayekî rêk û fermî û yasayî hatine avakirin, herwiha perwerdeya leşkerî dîtine û bo eniyên şer hatine şandin.”
 

Nûçeyên têkildar