Li Nisêbînê alozî berdewam e..Welatiyek hat kuştin

Amed-KDP.info- Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di encama gulebaran û aloziyan de welatiyekê jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû.
Li taxa Firat a navçeya Nisêbînê di encama gulebaran û aloziyan de welatiyên bi navê Kerem Akyurek yê 19 salî jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.
Piştî bûyerê wesayîtên zirxî yên polîsan çûn cihê bûyerê kolana Çagê.
Kesê birîndar bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û cenazeye Kerem Akyurek jî bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.




