Daxûyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Mixabin pênçşema derbasbûyî 17 ê Ayar(Gulan) li navçeya bajarê Hetaya Tirkiye, sê efser û serbazekî artêşa Tirkiye hatin kuştin.
Em wekû Serokayetiya Herêma Kurdistanê wan şer û kuştinan bi tûndî şermezar dikîn û em bawerin rûdawên bi vî awayî ziyanekî mezin bi hewlên aştiyê digihîne û dûpat dikîn ku ew êrîş û kuştar bê encame û xizmeta tu aliyek nake. Divê çareseriyên aştiyane bêne hilbijartin û me çendîn car dûpat kiriye ku ev cûre kirdar xizmeta gelê Kurdistanê û pêvajoya demokrasiya li navçeyê nakin.
Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermiyê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
19.05.2012




