Li Amed û Colemêrgê 3 term li ser rê hat dîtin

Amed-KDP.info- Li navçeya Gever a Colemêrgê cenazeyek û li navçeya Çinar a Amedê jî ser rê 2 cenazeyên zilaman hatin dîtin.
Li gor agahiyan li navçeya Gever a Colemêrgê îro danê sibê dikandaran di kolanê de cenazeyê zilamekî dîtin û piştre berpirsên tenduristiyê ji yekê agahdarkirin.
Di encama lêkolîna ewil de hat zanîn ku kesê jiyana xwe ji dest dayî, zilamek 25 salî ye û bi guleyeke hatiye kuştin.
Timên tenduristiyê zilamê hatî kuştin birrin beşa morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Li taxa navçeya Çinarê ya Amedê li qiraxa rêya Mêrdînê 2 cenazeyên 2 zilamên bi guleyê hatine kuştin hatin dîtin.
Leşkerên çûne cihê bûyerê dan zanîn, kesên hatine kuştin welatiyên bi navê Engin Şahinlî yê 32 salî û Galip Gezgincî yê 47 salî ne.
Derbarê bûyerê de timên têkildar dest bi lêkolînê kirine û herdu cenaze ji bo ku otopsî rakirin birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîliê.




