26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Em di aloziya Îran û Erebistanê de ne alî ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê ragihand, têkçûna pêwendiyên di navbera Iran û Erebistana Siûdiyê de, Herêma Kurdistanê nabe beşek ji kêşeyên di navbera her du welatan de.

Qeyrana di navbeyna Îran û Erebistan Siûdî de her ku diçe kûr dibe.

Derbarê mijarê de Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, di daxuyaniyekê de got: "Em bi ti awayî nabin beşek ji wan kêşe û aloziyên di navbera Iran û Erebistana Siûdiyê de, gelek pirsgirêk li navçeyê hene û pêwîste bi rêya danûstandinan ew kêşe werin çareserkirin."

Herwaha Mistefa hêvî kir ku, Civaka Navdewletî bikare bi erkê xwe rabe û rêgê li ber zîdebûna wan pirsgirêkan bigre û bi zûtriîn dem jî çaresebike.

Hewlesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de tê, gelek welatên Ereb piştgirya Erebistana Siûdiyê kirin û pêwendiyên xwe bi Iranê re qût kirin.

Nûçeyên têkildar