26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Josêf Dawil: Divê Ewropa pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bike û alîkariyên xwe zêdetir bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mezintirîn kutleya Parlamentoya Ewropa ya Yekîtiya Ewropayê daxwaz dike ku alîkariyên darayî û siyasî bo Herêma Kurdistanê bên pêşkêşkirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Parlamentoya Ewropayê de Dilawer Xalid Ajgeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Partiya Gel a Ewropa daxwaz dike ku alîkariyên darayî û siyasî û leşkerî zêdetir bo Herêma Kurdistanê bên pêşkêşkirin.”

Ajgeyî wiha got: “Serokê Partiya Gel a Ewropa Josêf Dawil dibêje, divê Ewropa pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bike û alîkariyên xwe zêdetir bike.”

Dilawer Xalid wiha domand: “Tişta ku Dilawer dibêje, ne tenê nêrîna wî ye, lê belê helwesta partiya wî ye.”
Partiya Gel a Ewropa mezintirîn û bihêztirîn partiya siyasî ye li Ewropa, ku 78 partiyên Xrîstiyan ji 39 welatên Ewropa li xwe digire. 221 endamên wan di Parlamentoya Ewropayê de hene.

 

Nûçeyên têkildar