Îbrahîm Xelîl rojê 7 saetan vekirî ye

Zaxo-KDP.info- Qayîmeqamê Zaxo dibêje, Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl rojane 7 saetan bo bazirganiyê vekirî be.
Xelîl Mehmûd Qayîmeqamê Zaxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî vekirina Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Tirkiye em haydar kirin ku rojane ji saet 8ê sibehê heta 3ê piştî nîvro dê vekirî be û tenê bi mebesta bazirganiyê û kemyon dikarin hatin û çûnê tê de bikin.”
Li gorî qayîmeqamê Zaxo, “Geştiya û otomobîlên biçûk nikarin bi rêya sînor hatin û çûyê bikin, ew jî bi parastina selametiya wan kesan, ji ber ku li aliyaê Tirkiyê hêj rewşa ewlehiyê xerab e.”
Tê zanîn ku xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl dikeve sînorê Zaxo û li parêzgeha Dihokê û deriyekî girîng e bo Başûrê Kurdistanê, ku Kurdistan û Tirkiyê bi hev girê dide û rojane bi mebesta bazirganî û geşt û serdanan gelek welatî tê de derbas dibin.




