26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bexda soza çek û tankan daye PKKê..PKK xwe kiriye Heşda Şeibî

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Endamekî Encumena Nûnerên Iraqê û nûnerê Şingalê ji Fraksiyona PDKê ragihand ku Bexda mangane mûçe dide PKKiyên li Şingaêî û soz daye wan ku çek û tankan ji wan re bişîne.

Dr. Macid Xelef Şingalî Parlamnterê PDKê li Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand: “Berpirsê Hêzên PKKê li Şingalê Hesen Seîd navê 1200 kesî bo hêza Heşda Şeibî nivîsandiye û Hikûmeta Bexdadê jî 875 hezar dînar wek mûçeyê mhane bo 500 kesî biriye, û wan her 1200 kesan xwe xistiya nava wan de û her yek û 500 hezar dînar jibilî xwarin û vexwarin û cilan werdigirin.”

Wî nûnerê Şingalê di Parlamentoya Iraqê de ragihand: “Berpirsê hêzên PKKê got, Bexda soza şandina çek û tankan bo hêza wan daye, lê Hikûmeta Kurdistanê rê nade wan vî karî bikin.”

Şingalî wiha got: “Ev karê Bexda di demekê de ye ku heta niha pereyên Pêşmerge jê re neşandiye, tevî ku li gorî destûra Iraqê Hêzên Pêşmerge beşek in ji hêza bergiriyê ya Iraqê, lê ji PKKê re mûçeyan dişîne û ji Pêşmerge re na. Diyar e Bexda dixwaze pirsgirêkan bi Kurdistanê zêdetir bike. Ti pêwîstiya Şingalê bi wan kesan tune ye.”

Nûçeyên têkildar