Nêçîrvan Barzanî vegeriya Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî duhî êvarê piştî serdaneke serkevtî, dawî bi serdana xwe ya bo Îranê anî û Tehran bi cih hêla û ber bi herêma Kurdistanê ve vegeriya.
Serok wezîr Nêçîrvan Barzanî duhî êvarê piştî serdana du rojeya xwe ya bo Îranê, dawî bi evê serdana xwe anî û vegeriya herêma Kurdistanê. Barzanî di maweya serdana du rojîya xwe de, li gel berpirsên pile bilindên komara îslamîya Îranê û ji wan Mehmûd Ehmedînejad serok koamrê Îranê, Muhemed Riza Rehîmî cihgirê yekemê serok komar, Elî Seîdlû cihgirê serok komar bo karûbarên navdewletî, wezîrê derve Elî-Ekber Salihî, serokê parlemanê Elî Larîcanî û sekreterê encûmena bilinda asayişa neteweyîya Îranê Seîd Celîlî dîdar û kombûn saz kir.
Herwisa şanda herêma Kurdistanê jî ku ji Aştî Hewramî wezîrê samanên sirûştî, Kameran Ehmed wezîrê avedankirinê û Hêriş Muherem serokê desteya weberhênana herêma Kurdistanê pêk hatibû, li gel wezîrê petrola Îranê Rostem Qasimî û wezîrê akincîkirin û avedankirina Îrnaê Elî Nîkzad kom bû.
Her di evê serdanê de Aştî Hewramî wezîrê samanên sirştî û Hêriş Muherem serokê desteya weberhênanê li gel pitir ji 100 kompanyayên mezin, navdar û xodan ezmûnên beware endazyarî, petrol, gaz û petrokîmyayî yên îranê li hola kombûnên hotel Istiqlal (serbixweyî) ya Tehranê kom bûn û di bareya karên hevbeş de guftûgo kirin




