Daxwaza welatan bo pirçekirina Pêşmerge zêde bûye

Bexda-KDP.info- Biryarderê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdulah ragihand, me daxwaz ji welatan kiriye ku rasterast çek û teqemeniyan ji Herêma Kurdistanê re bişînin, ji ber ku ew çek û teqemeniyên ku bi rêya Bexda ve tên şandin, gelek caran Bexda li wan asê dimîne yan deskariya wan dike.
Şaxewan Ebdulah Biryarderê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Nûnerên Iraqê ragihand: “Ew welatên ku çekan ji Iraqê re dişînin, Bexda pişka Herêma Kurdistanê jê ji Herêma Kurdistanê re naşîne û tenê wan çekan dişîne ku ew bi xwe ji Herêma Kurdistanê re dişîne, lewma em ligel Konsulxaneya Amerîka û Fransa û çend welatên din em axivî ne ku bi awayekî rasterast çekan ji Herêma Kurdistanê re bişînin û eger rasterast neşînin, bila bi yekcarî neşînin baştir e.”
Ebdullah da zanîn ku bersiva wan welatan bo me, ew e ku ew jî gihîştine wê baweriyê ku çek û teqemenî nagihên kurdan û li pey rêyekê digerin da ku bi awayekî rasterast çek û teqemeniyan ji kurdan re bişînin.
Ebdullah wiha got: “Em li hêviya wê biryara Kongirêsê ne ya sala 2015an ku derbarê şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge daye, em hêvî dikin îsal ew biryar were bicihkirin, ji ber ku tişta ku Bexda bi Kurdistanê dike nedadperwerî ye.”
Tê zanîn ku Kongireya Amerîka razîbûna xwe diyar kiriye ku li sala 2016an Amerîka Hêzên Pêşmerge bo 3 salan perwerde bike.
Herwiha Ewropa jî û bi taybetî Almanya hejmarek din ji çekên Antî tankan ên Mîlan bo Hêzên Pêşmerge bişîne.




