26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

50 rahênerên leşkerî yên Almanya tên Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Hikûmeta Almanya biryar da ku rahênerên xwe leşkerî li Hewlêrê zêdetir bike da ku perwerdeya leşkerî bidin Hêzên Pêşmerge.

Li gorî nûçeyeke malpera Worldbulletin Hikûmeta Almanya biryar daye ku 50 rahênerên xwe yên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê da ku meşq û rahênanê bi Hêzên Pêşmerge bikin.

Li gor nûçeyeke malpera Enca, 100 rahênerên leşkerî yên Almanya li Herêma Kurdistanê hene û biryar e 50 rahênerên din jî bişîne Kurdistanê.

Li gorî çend malperên din, Şêwirmenda Almanya bi wêrekiya Hêzên Pêşmerge sersam e û Almanya Hêzên Pêşmerge wek hêza yekemîn a şikandina SAIŞê li Almanya dibîne.

Nûçeyên têkildar