26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Parastina emniyeta herêmî giring e

Çavkanî: KDP.info

Her di berdewamiya serdana xwe a bo Taranê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Elî Larîcanî serokê parlamentoya Îranê û Mihemed Reza Rehîmî cîgirê yeke yê serokomarê îranê civiya.


Di civînê de digel serokê parlamentoya Îranê ku, hijmareke parlamenterên kurd yên ku nûneratiya deverên kurdan li Îranê dikin, amade bûn, têkeliyên dualî, rewşa siyasîya Îraqê û pêşhatên herêmî, bi taybetî kirîza Suryeyê hatin gotûbêj kirin.

Di axavtinekê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, gelê kurd li herêma Kurdistanê tu carî wan rojan jibîr nake ku, di rojên dijwar û kîmiyabarana Helenve de, komara Îslamiya Îranê deriyên xwe ji penaberên herêma Kurdistanê re vekirin, hewandin û hevkariya wan kir.

Nêçîrvan Barzanî di civîna digel Mihemed reza rehîmî cîgirê yekem yê serokomarê Îranê de, tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan û bizava bazirganiyê di navbera her du aliyan de kir.

Herwesa serokwezîrê Kurdistanê digel Seîd Celîlî serokê civata balaya emniyeta Îranê civiya û di civînê de rewşa siyasiya Îraqê, pêşhatên herêmî û giringiya parastian emniyeta deverê hatin behis kirin.

Nûçeyên têkildar