DAIŞ roj bi roj tê herifandin

Amerîka-KDP.info- Li gorî nûçeyeke malpera Fox News, DAIŞ li ser wê axa ku dagîr kiriye, paşde vedikşe û tê şikenandin.
Fox News nivîsandiye ku DAIŞ li Iraqê % 40 ji axa ku ketibû destê wê de, jl hatiye standin. Li Sûriyê jî % 20 jê hatiye standin.
Wê rojnameyê sedema şikenandina DAIŞê li Iraqê vegerandiye mêrxasiya Hêzên Pêşmerge.
Hêzên Pêşmerge çendîn operasyonên mezin li dijî DAIŞê pêk anîne û di hemûyan de serkeftin bi dest ve aniye û di operasyona dawî de karîn Şingalê rizgar bikin, herwiha bi kontrolkirina hêla 47 a navdewletî jî Hêzên Pêşmerge xelafeta DAIŞê perçe perçe kir.




