Li Xazirê Pêşmerge derbeyeke mezin li DAIŞê da

Xazir-KDP.info- Hêzên Pêşmerge derbeyeke mezin li DAIŞê dan û çend terorîst ji wan kuştin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Xazirê Emîd Seîd Hejar ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gundê Werdekê yê eniya Xazirê terorîstên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê ji ber ku em amade bûn, me bi tundî li wan dan û me ew şikandin û me gelek ziyan gihandin wan terorîstan.”
Emîd Seîd Hejar wiha got: “Di wê êrişê de me çend terorîstên DAIŞê kuştin û komek jî birîndar kirin. Şikir ji Xwedî re Pêşmerge selamet in.”




