Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Îslamiya Îran kir

Duhî dûşemî 12/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya birêz Elî Se'îdlû Cîgirê Serok Komarê Îslamiya Îran yê Karubarê Navdewletî û şandeke li gel ya aboriyê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Îmad Ehmed Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê amadebû guftûgo li ser çawayiya pêşxistina pêwendiya navbera Komara Îslamiya Îran û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina asoya wan pêwendiyan hate kirin.
Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê herêmekî dewlemende bi samanên sirûştî, ku pêwîstî bi veberhênanê dike bo ku li xizmeta welatiyên Kurdistanê da bin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku bazarên Kurdistanê vekiriye li ber hemû welatan û kompanyayên dostan, ku hewla veberhênan û zêdekirina qewareya bazirganiyê li gel Herêma Kurdistanê da didin.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serok Komarê Îslamiya Îran yê Karubarê Navdewletî tekez li wê yekê kir, Îran dixwaze qewareya danustandina bazirganiyê li gel Herêma Kurdistanê da berfirehtir bike û pêwendiya aboriyên navbera her du aliyan jî berfirehtir bike bi awayekî ku xizmetê bi her du aliyan bigihîne




