Konfransek bo avakirina Şingalê tê sazkirin

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Bajarokê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku, niha ew li nava Şingalê kar bo wê yekê dikin ku bi zûtirîn dem di bin serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê konfransek bo avakirina Şingalê bê lidarxistin, ku ew konfrans hevkar dibe bo vegera xelkê Şingalê û derdora wê bo ser malê wan.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Bajarokê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha em kar li ser amarên wan ziyanan dikin ku gihîştine Şingalê û xelkê navçeyê, da ku bi zûtirîn dem di bin serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê konfransek bo avakirina Şingalê bê lidarxistin, ku ew konfrans hevkar dibe bo vegera xelkê Şingalê û derdora wê bo ser malê wan.”
Xelîl wiha got: Sedema ku hiştiye xelk venegerin ser mal û halê xwe, vedigere bo xerabiya bajêr û avanekirina bajêr, lewma em dixwazin zû ew konfrans lidar bikeve da ku xelk vegerin ser malên xwe.”
Qayîmeqamê Şingalê wiha domand: “Li Sinûnê û Xanesorê û derdora wê, gelek xelk vegeriyane ser malên xwe, lê em dixwazin bi rêya wê konfransê xelk zêdetir vegerin. Herwiha emê di konfransê de bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdisatnê bikin ku Şingal bibe parêzgeh û îdarî jî têkeve ser Herêma Kurdistanê de.”




