26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

15 sal ceza bo Hevşaredarê Wanê hat dayîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dadgeha Cezaya Giran a Wanê 15 sal cezayê girtinê da Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Endamê HDPê Cuneyt Caniş ji doza KCKê dihatin darizandin, Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bi hêceta “endamitiya rêxitinê” 15 sal cezayê girtinê da wan.

Bekir Kaya û Cuneyt Caniş ligel 10 siyasetmedarên din li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji bo endamtiya KCKê dihat darizandin.

Piştî parastina parêzeran şenda dadgehê biryar xwe da. Şande dadgehê ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê HDPê Cuneyt Caniş bi hêceta “endamitiya rêxistinê”15 sal cezayê girtinê da.

Herwiha Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ki bo siyasetmedarêndin jî di navbera 7 sal û 12 salan de cezayê zindanê da.
 

Nûçeyên têkildar