Kemal Kerkûkî: Pêwîst e Iraq bibe 3 welatên serbixwe yên cuda

Ajans-KDP.info- Endamê Polîtburoya Siyasî yê PDKê û berpirsê bereya Başûrê Rojawayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî çavpêkevtinek li gel kovara The National Interest kir û li ser mijara parçebûna Îraqê daxûyanên giring da.
Kemal Kerkûkî got: “Dema ku rêxistina DAIŞê êrîş anî ser Rojawayê Kerkûkê, hêzên Îraqê hejmareke zêde çek û teqemenî ji bo wan hêla û herwaha çekên dijî tanq û otomobîlên giring ji bo DAIŞê hiştin.”
Herwaha Kemal Kerkûkî di dirêjeya axaftina xwe de got: “Naha Iraq ji aliyê civakî ve dabeş bûye. Çareseriya herî baş ji bo pirsgirêkên Iraqê, Iraq wek sê dewletên cûda û serbixwe sererastkirine. Ji berku heger Iraq wek yêk dewlet bimîne her aliyek ji bo aliyê din vê tehdît û xeterî çêbike. Ji bo vê yêkê pêwîste çareseriya sê dewletên serbixwe wek çareseriya herî baş, wek hilbijardeyekê herî guncaw derbikeve pêş û dewletek wek dewleta Kurda, dû dewlet jî, yêk ji bo Sûnneyan, yêk jî, ji bo Şîeyan bê awakirin.”
Di berdevama axiftina xwe de Kemal Kerkûkî diyar kir: “Em wekî Kurd li hember DAIŞê di şerde ne. Ji bo vê pêwiste rê bê dayîn ku em bixwe bikarin petrola xwe bifroşin. Ji bo ku em bikarin aboriya Herêma Kurdistanê li ser piyan bigrin û baştir bikin. Herwaha em bikarin bi awayekî rastewxo çek bi destpêxin ji bo hêzên Pêşmerge.”




