The Times: Bûyera ku li Amedê dibe, wek tişta ku li Sûriyê dibe

Ajans-KDP.info- Rojnameya The Times ya Brîtanî bûyerên ku li Sura Amedê li Bakurê Kurdistanê bi bûyerên ku di destpêka li Sûriyê rûdan dane wesfê.
Wê rojnameyê şerê di navbera Gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û hêzên ewlehî û artêşa Tirkiyê de li navçeya Surê bi cengê daye nasîn, herwiha ew navçe wek navçeya cengê wesif kiriye, Rojnameyê amaje bi wê yekê kiriye ku, hejmara kesên ku ji wê deverê koçber bûne bêhtire ji 20 hezar kes.
Peyamnêra Times ragehandiye: “Her sibe bi dengê banga meleyan re dengê teqîna gule û topeyan tê. Qedexeya hatin û çûnê li wir berdewame, bêhtirê xwedanên dukan û firoşgehan ew dever bicîhiştine, otombîlên kirê naçin wê deverê, rêbendên bişkinînê bi çewalên remlê dorpêçkirîne.”
Peyamnêra Times gotiye: “Diyare xelik li vê derê fêrî rewşa nû bûne, jinên bi temen mezin li cade û kolanan dimeşin, ne xema wan e dengê fîşek û gaza fermêskbarîn.”
Peyamnêra The Times di dawiya raporta xwe de gotiye: “Tiştê li Sura Amedê dibe, dişibihe heman tiştê ku li Sûriyê berî niha bibû.”




