26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa PYDê rojnamevanek îşkence kir..Tiliya wî jêkir û lingê wî şikand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rojnamevanekî kurd ji aliyê çekdar û asayişa PYDê ve li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat revandin û piştî îşkencedana wî, ew li nêzîkî gundekî li ser riya Serêkaniyê avêtin.

Rojnamevanê kurd Cengîn Elîko ku di heman demê de xwendevanê zanîngehê ye û endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Suriyê ye, duhî saet 17:00 êvarî li nêzîkî navenda Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) li bajarê Dirbêsiyê ji aliyê 4 çekdarên PYDê ve ku rûyên wan veşartî bû, hat revandin.

Wan çekdaran Cengîn birine nêzîkî gundê Etşanê yê di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê de û li wir ew daxistine û bi boriyên hesinî li wî dane û piştre ew li nêzîkî wî gundî avêtine. Ew çekdar bi kurdî û erebî diaxivîn.

Welatiyekî xelkê deverê Cengîn gihandiye nexweşxaneya Dirbêsiyê û li wir derket ku tiliyeke Cengîn hatiye jêkirin û lingê wî hatiye şikandin û ji çend cihên din ve jî birîndar bûye.

Nûçeyên têkildar