Li Cizîra Botan polîs bi piştevaniya tankan operasyonan dikin

Cizîr-KDP.info- Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, qedexeya derketina derve û şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de 23 roj in didome.
Li gor agahiyan hêzên Tirkiyê ji bo rakirina barîkat û xendeqan bi tankan daketine di nav taxa Yafesê ya Cizîrê.
Li taxa Sûr, Cudî û Nûrê şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de berdewan dike.
Polîsên tirk bi piştevaniya tank û wesayîtên bi zirxî operasyona dikin û dikevin nav taxên Cizîrê.
Beriya niha welatiyên ku di malên wan de kelûpelên xwarin û vexwarine nemabûn bi paçên spî ji navçeyê derketibûn.
Li navçeyê ji roja destpêka qedeeya derketina derve dibistan girtine û perwerdeya zarokan nehatiye kirin.
Herwiha ji ber qedexeya çûnûhatine aboriya gelek esnaf û dikandaran têk çûye.




