Çalakvan: Em gotinên berpirsê PKKê Hacî Ehmedî li dijî ala Kurdistanê şermezar dikin

Hewlêr-KDP.info- Xelk û çalakvanên medenî li Herêma Kurdistanê daxuyaniya Hevserokê PJAKê Hacî Ehmedî li dijî ala Kurdistanê şermezar dikin û dibêjin ew kiryarên PKKê li hemberî ala Kurdistanê xizmeta dijminan dikin, lewma divê PKKê û dûviyên xwe berdêla vê yekê bidin.
Alayek me bi dehan hezar şehîd di ber de dane, û piraniya partiyên herçar perçên Kurdistanê bilind dikin, rojekê PYDê êriş dike ser û rojekê PJAK sivkatiyê pê dike. Ew karên dûvkê PKKê roj bi roj nerazîbûna li pey xwe tîne.
Çalakvanê Medenî Weysî Seîd ji Soranê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK sivkatiyê bi ala pîroz a Kurdistanê dike û di heman demê de Hêzên Pêşmerge di bin wê alê de axa pîroz a Kurdistanê diparêzin, ev yek nayê qebulkirin û em şermezar dikin. Pêwîst e wan rêz li Pêşmerge û Kurdistanê girtiba, ne li şûna dijminan sivkatî bi ala Kurdistanê kiribana. Li şûna ku ew hestê xelkê Kurdistanê birîndar bikin, bila hewl bidin mafên xwe bi dest bînin. Piştrast bin PKKê dê berdêla vî karê xwe yê şaş bide.”
Çalakvan Reûf Rebatî ji bajarê Silêmaniyê ji malpera PDP.info re ragihand: “Gelek caran ev şaşîtî ji aliyê PKKê ve hatiye kirin, lê dive bizane ev al ne tenê ya partiyekê ye û gelek qurbanî di ber de hatine dayîn heta gihîştiye asta jînosedê. Ew kiryarên kirêt ên PKKê hestê hemû xelkên Kurdistanê birîndar dike û kurd wê bêrêziyê qebul nakin. PKK dê rojekê ji ber van karan poşman bibe. Pêwîst e PKKê ji wê yekê şerm kiriba ku Pêşmerge bi ala Kurdistanê çûn Kobanî rizgar kirin.”
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Grûpa Ala li navçeya Berdereşê Ebdullah Şikak ji malpera KDP.info re ragihand: “Li hemû cîhanê de, ala Kurdistanê ya herî zêde ye ku qurbanî di ber de hatine dayîn û heta niha jî qurbanî di ber de tên dayîn, lê em dibînin PKKê û dûvikê wê ku xwe dikin kurd, dijatiya wê dikin, mixabin ew ne tenê nekurd in, lê belê mezintirîn dijminên kurdan e. Dema Hacî Ehmedî ala Kurdistanê wek ala malbata Barzanî dibîne, wê demê ji malbata Barzanî re şanazî ye ku helgir û parêzerên alayekê ne ku bi dehan hezar şehîd di ber vê alê de hatine dayîn. Nabe xwefiroş wê şerefê werbigirin ku di bin vê ala pîroz de bin. Helwesta Hacî Ehmedî em matmayî nekirin, ew bi xwe zilamekî fitneçî û têkder e. PKKê dibîne kurd nêzîkî dewleta Kurdî dibin, lewma xizmeta dijminan dikin û sivkatiyê bi ala Kurdistanê dikin.”




