Kurdistanî ji ber bêrêziya li hember ala Kurdistanê, PKKê şermezar dikin

Hewlêr-KDP.info- PKK û beşên wê berdewam in li ser pêrêziyê li hember ala Kurdistanê. Hemû xelkên Kurdistanê wî karê wan şermezar dikin û dibêjin PKK nikare ti alayeke din li şûna vê alê diyar bike, ji ber ku ala wan ala hizbî ye û ala Kurdistanê jî ala hemû kurdên cîhanê ye.
Di çend rojên borî de, Serokê PJAKê Hacî Ehmedî di daxuyaniyekê de bi medyayên PKKê de bêrêzî li hember ala Kurdistanê û dîroka tevgera rizgarîxwaza kurdî û ala Kurdistanê kir. Ew derxistina astengiyan bo gelê Kurdistanê û wergirtina gumrikê û bazirganiya madeyên hişber ku Hacî Ehmedî û hevalên wî li ser sînoran dikin, ew bi şoreş dizanin. Hacî Ehmedî têkeliyên xwe ligel dezgeha îstixbaratê ya Sûriyê û girtina xelkên têkoşer ên kurd bi şoreş dibîne, lê xebata 50 salî ya kurdên Rojava wek riya şeş dibîne.
Hemû xelkê Kurdistanê baş dizanin ku jibilî kuştin û birîn û revandin û xwesepandin û xizmeta dagîrkeran, Hacî Ehmedî û hevbîrên wî ti destkeftên din bo gelê Kurdistanê bidestve neanîne. Hacî Ehmedî ala pîroz a şehîd û Pêşmerge wek ala Kurdistanê nabîne, ku ala herçar perçên kurdistanê û sembola yekdengiya gelê me ye.
Ala Kurdistanê bi xwîna şehîdan bi dest hatiye
Serokê Lêjneya Roşenbîrî ya Parlementoya Kurdistanê Ferhan Cewher ji malpera KDP.info re ragihand: “Ala Kurdistanê bi xwîna şehîdan û têkoşîna gelê kurd bi dest hatiye û li cem hemû kurdekî pîroz e. Ne ala hizbekê ye. Ev ala gelekî rêz jê re tê girtin û bi hezaran kurd di ber de şehîd ketine, lewma divê her bilind be, vêga her aliyek rêzê li ala Kurdistanê negire rêzê li xwe nagire. PKKê bi dehan al ji xwe re çêkirine û dixwaze wan alayan bi ser kurdan de feriz bike, lê gelê kurd wê yekê ji wan qebûl nake.”
Ew karê PKKê bêrêzî ye li hmber netewa kurd
Berpirsê Grûpa Ala li Parêzgeha Dihokê Pehlewan Şêx Mem ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek dezgeha parastina ala Kurdistanê û ofîsên me ji Amedê heta Silêmaniyê heta Rojavayê Kudistanê sivkatiya bi ala Kurdistanê şermezar dikin. PKK û her aliyekî din sivkatiyê bi ala Kurdistanê bike, tê wateya dijatiya miletê kurd, ev gelê ku hinek maye bibe xwedî dewlet. Ew karê PKKê bêrêzî ye li hmber netewa kurd û li hmber xwîna şehîdan. Vêga bila di hizrê PKKê de be ku eger ne ji vê alê ba, niha Kobanî ketibû destêdijminê kurdan.”
Pehlewan Şêx Mem wiha got: “Mixabin ala Sûriyê bi eşkere li Rojavayê Kurdistanê tê bilindkirin, lê ala Kurdistanê tê qedexekirin. Ew hizir dikin ev al tenê ya Başûrê Kurdistanê ye, lê xuya ye ew bi destê rêjîma Sûriyê wê hizrê dikin û dixwazin bêrêziyê li hember ala Kurdistanê bikin.”
Piştrast kirin ku bikirê hatine girtin
Ji aliyê xwe ve, welatî Umer Ebdullah ji malpera KDP.info re ragihand: “Nabe xelkê Kurdistanê li hember vê bêrêziya berdewam a PKKê li hember ala pîroz a Kurdistanê bêdeng bin û pêwîst e dest bi kampanyayeke berfireh li dijî wê sivkatiya PKKê li hember ala Kurdistanê bikin, da ku êdî ne PKKê û ne jî ti dijminekî din ê gelê kurd sivkatiyê bi ala Kurdistanê bike, ji ber ku kurd amade ne canê xwe bikin qurbanî bo bilindkirina ala xwe.”
Herwiha welatiyek ji bajarê Hewlêrê bi navê Şaxewan Elî ragihand: “PKK û beşên wê wek PYD û PJAK hemû li ser yek tişî kar dikin, ew jî derxistina pirsgirêkan li hember dewleta Kurdî, lewma sivkatî û bêrêziyê li hember sembola vî gelê û dewleta kurdî dikin. Em kurd ji Sedam û yên wek wî netirsiyan û em bi ser ketin û kêm maye em bibin dewlet. Em ti hesanî ji wan xwefiroşan re nakin, ku piştrast kirin ku çawa ew bikirê hatine girtin û dixwazin sivkatiyê bi ala Kurdistanê bikin.”




