26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî teqîna Qamişlo şermezar kir..Di hemû rewşekê de em piştevanê Rojava ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li peyamek da kirdarên terorîstiyên bajarê Qamişlo şermezar kir û serxweşiyê jî li kesukarê qurbaniyên wan kirdaran kir ku evê li xwarê jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi mixabinî carekî din xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bûne qurbanê destê tawanbarê terorîstan û êvariya roja çarşem 30.12.2015 li bajarê Qamişlo, li encama çend kirdareke terorîstî da hejmarek hemwelatiyên bê tawanê vê bajarê şehîd û birîndar bûn.

Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî van kirdarên tirsinokaneya terorîstan şermezar dikim, serxweşiyê li gelê Kurdistanê li Rojava û kesukarên şehîdên van kirdaran dikim û hevbeşê xema wanim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Xuşk û birayên me yên li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê ji wê yekê piştrast dikîn ku di hemû rewşek da palpiştiya wan dikin û niha jî Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wê yên peywendîdar amadene ji bo pêşwazîkirin û yarmetîdan û hevkarîkirina birîndaran û lêqewimiyên kirdarên terorîstiyên bajarê Qamişlo.

Terorîst û dijminên mirovayetiyê divê baş bizanin encamdana kirdarên tirsnokaneyên bi vî awayî îradeya gelê me ya xweragirî û rûbirûbûn û şikestdana terorîstan bihêztir dike û divê terorîst baca hemû tawanên xwe bidin û çarenûsa wan û şikest û ji navçûne

Nûçeyên têkildar