“Pêşmerge di amadebaşiyê de ne..Ji tevgera DAIŞê agahdar in”

Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge dibêje, dema dibe baran û mij Hêzên Pêşmerge zêdetir dikevin rewşa amadebaşiyê de û ji tevgera terorîstên DAIŞê agahdar dibin.
Pêşmerge Hemîd Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema dibe baran û mij wek îro, Hêzên Pêşmerge zêdetir dikevin rewşa amadebaşiyê de û ji tevgera terorîstên DAIŞê agahdar dibin.”
Efendî wiha got: “Ji dema ku DAIŞê li Rumadî hatiye şikestin, bi giştî li hemû eniyan bêmoral û bêhêz bûye, lê bi hemû awayekî hewldidin li ser wan nexuyabe.”
Berpirsê Eniya Başîkê wiha domand: “Çekdarên DAIŞê ji berê tevgerê dikin, da ku bêjin em mane. Herwiha di çend rojên borî de jî êrişên xwekujî kirin, lê nikarîbûn xwe bigihînin çeperên Pêşmerge.”




