26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka dê destpêka salê herdu lîwayên Pêşmerge pirçek bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Pêşmerge dibêje, biryar e destpêka sala nû amerîkî herdu lîwayên Pêşmerge rêk bixe û bixwe serperiştiya perwerdeya wan bikin, herwiha wan pirçek bikin.

Ferîq Cemal Îmînkî Serfermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Lîwaya 1 û 2 yên Hêzên Pêşmerge dîsa tên rêkxistin û pirçekirin, helbet ev yek dê piştî Sersalê be.”

Serfermandar wiha got: “Tê çaverêkirin ku amerîkî di naverasta meha 1ê ya sala bê de wan herdu lîwayên Pêşmerge rêk bixe û pirçek bike.”

Îmînkî wiha domand: “Amadekirina wan herdu lîwayan dê ji aliyê Amerîka be û dê bi xwe wan perwerde bikin.”

Nûçeyên têkildar