“DAIŞ ti der wek Şingal û Zûmarê tije mayîn nekiriye”

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Karûbarê Mayînan ragihand ku, ew navçeyên Kurdistanî yên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin, pir bi xerabî hatine bombekirin.
Mihemed Ehmed Serokê Desteya Karûbarê Mayînan a Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew navçeyên Kurdistanî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin gelek bombe û teqemenî û mayînên vedayê di wan de hene.”
Ehmed wiha got: “Gelek ji wan mayînên ku DAIŞê anîne yên dema rêjîma Beisê ne û hinek jî ji Sûriye anîne. Herwiha karghên wan jî hene û nû jî çêdikin. Ji wan 750 km ducaya Başûrê Kurdistanê ku mayîn lê hatibûn vedandin, 450 km duca jê hane paqijkirin.”
Serokê Desteya Karûbarê Mayînan a Herêma Kurdistanê wiha domand: “DAIŞ Celewla jî bombekiribû, lê Zûmar û Sinûn û Şingalê gelekî xerabtir bombekiribû. Hêzên hevpeymaniya navdewletî alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin di pûçkirina wan bombeyan de û soz dane me ku berdewam bin li ser wê alîkariyê û alavên pêşketî ji me re bînin. Lewma çênabe xelk nêzîkî wan deveran bikin heta ew navçeye bi temamî werin paqijkirin.”




