Li Enqerê 2 xwekuj hatin girtin

Enqere-KDP.info- Polîsê Tirkiyê ragihand, 2 kesên xwekuj li paytexta wî welatî bajarê Enqerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.
Medyayên Tirkiyê ji çavkaniyekî ewkehiyê yê wî welatî ve veguhastin, ku îro 2 kesên xwekuj li bajarê Enqerê ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatin girtin.
Li gor zanyariyên medayayên Tirkiyê, her du kesên xwekuj dixwastin di şeva serê sala nû de li Enqerê teqînên xwekujî pêk bînin.
Hêzên ewlehiyê ew her du xwekuj li navçeya Mamak a girêdayî Enqerê girtine.
Polîsê Tirkiyê ragihandiye, piştî lêkolînan derketiye holê ku keêsn girtî ji Sûriyê ve hatine nav axa Tirkiyê û niyeta wan ew bûye ku di şeva cejna serê sala zayînî de li enqerê teqînên xwkeujî encam bidin.
Polîs herwiha daye xuyakirin, ku her du kesan di van demên dawiyê de mijûlî peydakirina cihekî guncaw û baş bo encamdana teqînan bûne û piştî lêkolînan aşkera bûye, ku di dawiyê de wan biryar daye li Qada Kizilay ya li Enqerê teqînan pêk bînin.
Derbarê nasnameya wan kesan de ti zanyarî nehatine belavkirin, herwiha nehatiye gotin, ku ew xwekuj ser bi çi aliyekê ne.




