Mûsil- Çekdarên Neqişbendî û DAIŞê li hev dan- Bi dehan kuştî

Mûsil-KDP.info- Li nav bajarê Mûsilê, di navbera çekdarên DAIŞê û çekdarên alîkarê berê yê Sedam Husên, Izet Dûrî de şer derket û bi dehan kes ji hev kuştin.
Berdevkê liqa PDKê ya Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re got, DAIŞê li 3 taxên bajarê Mûsilê qedexeya derketin û hatinçûnê ragihandiye.
Seîd Memozînî eşkere kir ku DAIŞê ji ber şerê ku li wan taxan di navbera çekdarên wê û çekdarên Neqişbendî yên alîkarê berê yê Sedam Husên, Izet Dûrî de derketiye, ew ferman daye.
Wî rayedarê PDKê her wiha da zanîn ku di encama şerê her du komên terorîst de, herî kêm 47 kes ji her du aliyan hatine kuştin.
Seîd Memozînî her wiha got, zêdetirî 500 çekdarên DAIŞê yên ku di şerê Rumadî de hatibûn kuştin û birîndar bibûn, derbasî Mûsilê bûne ji ber wê jî çekdarên DAIŞê bi rêya mizgeftan re daxwaza xwînê ji welatiyan dikin.
Memozînî anî ziman, lê kes naxwaze xwîna xwe bide wan, lewma çekdarên DAIŞê 300 kes bi zorê birin ji bo ku xwînê ji wan bistînin her wiha ji bo ku morala çekdarên xwe xweş bikin, 271 jinebî bi ser wan de parve kirin.




