26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî rizgarkirina Rumadî li Ebadî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, kontrolkirina bajarê Rumadî yê parêzgeha Enbarê ji aliyê hêzên Iraqê ve, li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pîroz kir.

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Îro Barzanî û Heyder Ebadî, di pêwendiyeke telefonî de rewşa meydanî ya şer û pêşketinên leşkerî yên dawî yên li dijî terorîstên DAIŞê nirxandin.”

Her di vê pêwendiyê de, “Serok Barzanî û Ebadî, behsa azadkirina Rumadî û navçeyên din kirin. Herwiha Barzanî ji ber serkeftina ku hêzên Iraqê li Rumadî bi destve anîn û bajar ji destê DAIŞ derxistin, pîrozbahî li Heyder Ebadî kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê, behsa berdewamiya hevkarî û hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê di şerê li dijî terorê de kirin û tekez kirin ku pêwîst e guvaşeke leşkerî li hemû eniyan li ser terorîstan berdewam be, ji bo azadkirina hemû navçeyan û jinavbirina wan terorîstan.


 

Nûçeyên têkildar