26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelkê Amedê li dijî şer û kuştinê daketin kolanan

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li bajarê Amedê bi deh hezaran kes li dijî şer û qedexeya ku li ser navçeya Sûrê û hinek deverên din ên Bakurê Kurdistanê didome, derketin kolanan.

Li bajarê Amedê, xwepêşandana li dijî qedexeya li ser Sûrê û hinek deverên din ên Bakurê Kurdistanê birêve çû.

Xwepêşanderan dixwestin derbasî nav Sûrê bibin lê ji aliyê hêzên polîs ve hatin astengkirin.

Xwepêşanderan li dijî siyaseta hikûmeta Tirkiyê li ser Kurdistanê silogan gotin û xwestin, şer û kuştina sivîlan demildest were sekinandin.

Li navçeya Sûra Amedê û hinek bajar û deverên din ên Bakurê Kurdistanê, demek dirêj e qedexeya derketina hatiye ragihandin, şer û pevçûnek dijber di navbera hêzên Tirk û şervanên YDG-Hê de didome.

Heta niha bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne, bi hezaran kes jî koçber bûne. 

Nûçeyên têkildar