Serfermandarê Pêşmerge: Pêşmerge xwedî ezmûna şerê kolanan e

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Pêşmerge ragihand ku, welatên cîhanê hemû awayên perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge, di nav de jî şerê kolanan.
Ferîq Cemal Îmênkî Serfermandarê Pêşmerge ji Malpera KDP.info re ragihand: “Ew welatên ku meşq û rahênanê didin Hêzên Pêşmerge, ji hemû aliyan ve wan perwerde dikin, di nav de jî perwerdeya şerê kolanan.”
Îmênkî wiha got: “Ti Pêşmergeyekî bi taybetî li ser şerê kolanan nehatiye perwerdekirin. Pêşmerge bi giştî tên perwerdekirin.”
Serfermandarê Pêşmerge wiha got: “Heta niha ti biryar negihîştiye destê me bo destpêkirina şerê Mûsilê, lê niha Hêzên Pêşmerge xwe ji şerê kolanan re amade dikin û bine xwedî ezmû, ji ber ku piraniya wan cihên ku Pêşmerge lê şer dikin gund û kolanên wan hene.”




