Rêvebirê Ofîsa Bexdadî hat kuştin

Mûsil_KDP.info- Di encama bombebarana balafirên şerî de ya hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, Rêvebirê Ofîsa “Xelifeyê” DAIŞê hat kuştin.
Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ji Malpera KDP.info re diyar kir, balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ku serkêşiya wê Amerîka dike, îro piştî nîvro li Mûsilê çend navendên DAIŞê bombebaran kirin.
Îsmet Receb ragihand, di encama bombebaranê de Tehsîn Vasîk rêvebirê ofîsa Xelifeyê” DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ligel 4 çekdarên din ên DAIŞê hatin kuştin.




