Sîrwan Barzanî: 2016 sala serxwebûna Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serperiştyarê Eniya Guwêr – Mexmûr ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî ragihand ku sala 2016 sala serxwebûna Kurdistanê ye, herwiha da zanîn ku sala bê dê statuyek ji kurdan re were avakirin.
Sîrwan Barzanî Serperiştyarê Eniya Guwêr – Mexmûr ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku, niha nêrîna piraniya welatên cihanê, bi taybetî Amerîka û welatên cîran, di nava wan de jî Tirkiye, pişta serxwebûna Kurdistanê dikin.
Sîrwan Barzanî herwiha tekez kir ku, referandûma serxwebûnê û avakirina dewleta Kurdistanê xwena kevin a gelê Kurdistanê ye, herwiha daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye jî bo vê pirsê, ew jî bi nemana rêkeftina Saykis Bîko, ji ber ku sala 2016ê dê 100 sal bi ser wê rêkeftinê derbas bû, lewma ev sal dawiya wê rêkeftinê ye.
Serperiştyarê Eniya Guwêr – Mexmûr ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wiha domand: “Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bo sala nû, serxwebûn e. Ew şandên fermî û nefermî ku serdana me dikin, heman nêrîna wan heye derbarê hilweşandina rêkeftina Saykis Bîko û diyarkirina helwesta erênî li hmber Pêşmerge û xelkê Kurdistanê.”
Sîrwan Barzanî ji ajansa Anadolu re ragihand ku di serdana wî ya dawî de bo welatên Ewropa, wan welatan soz danê ku ewê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge.




