Serê Kaniyê tê bombebaran kirin û gelek kuştî û birîndar hene

Îro danê sibehê helîkopter û balefirên şer yê rejîma Sûriyê Serê Kaniyê a Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û gelek qurbanî hene.
Li gor çalkvanên Tevgera Ciwanên Kurd Îro li demjmêr 10 sibehê de bajarê Serê Kaniyê bi helîkopter û balefirên şer yê rejîma Sûriyê hat bombebaran kirin û di encamê de 16 kuştî û gelek birîndar hene.




