Çavdêrên siyasî yên Tirkiyê: Enqere îtîrafê bi dewleta kurdî kir

Tirkiye-KDP.info- Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiye û di pêşwaziya wan de ala Kurdistanê hat danîn û bi rengekî germ pêşwazî li wan hat kirin. Çavdêrên siyasî yên Tirkiyê jî diyar dikin ku Tirkiye bi eşkere îtîraf bi dewleta kurdî kir û heke li Iraqê dewleta kurdî were ragihandin dê Enqere piştevaniyê lê bike.
Nivîskar û Pisporê Karûbarê Siyasî yê Tirkiye û Rojhilata Navîn Sînan Çift diyar dike ku Tirkiye dibîne ku êdî nexşeya Rojhilata Navîn hatiye guhertin û kurdan li Iraqê hebûna xwe selimandiye û roj bi rijê jî bihêztir dibin û kurdan karîne ligel cîhana derve pêwendiyên gelek baş dirust bikin û rojane serkirdeyên Ewropa û Amerîka serdana Hewlêrê dikin û wek dewletekê kar ligel Herêma Kurdistanê, ji ber vê yekê jî Tirkiye dixwaze di guhertinên li Rojhilata Navîn de mifadar be û baş dizane ku dive berî her tiştî rastiya niha qebûl bike û ew jê hebûna kurdan e û dê li Iraqê dewleta kurdî were ragihandin û Tirkiye jî ji niha ve berheviyan bow ê yekê dike.
Sînan Çift wiha got: “Dema Barzanî û Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kirin di pêşwaziya wan de wek serokên dewletan hatin pêşwazîkirin û ala Kurdistanê di pêşwaziya wan de hat danîn û ew yek îtîrafeke fermî ye bi hebûna dewlwta kurdî û ew helwesta Tirkiyê dê bandora xwe li welatên dî yên Rojhilata Navîn jî bike û dive kurd mifayeke baş ji rewşa niha li deverê bibînin.”
Li aliyê dî, Nivîskarê Navdar ê Tirkiyê Şahîn Alpay jî di nivîseke xwe de ragihand ku Tirkiye hest bi rola girîng a kurdan li Iraqê kiriye û dixwaze xwe bêtir nêzîkî wan bike, ji ber hindê jî dema Barzanî û Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kirin wek serokên dewletan hatin pêşwazîkirin û ala Kurdistanê wek cara yekê ji wan re hat danîn. Ew yek şoreşeke mezin bû û heke Tirkiye karî vê guhertinê li hemberî kurdan bike û îradeya wan qebûl bike, dê Îran û Sûriye jî neçar bibin vê guhertinê li hemberî kurdan bikin.
Şahîn Alpay wiha got: “Tirkiye dibîne ku eger bixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî gotin û seng, divê piştevaniyê li kurdan bike, ji ber niha nexşeyên deverê tên guhertin û Tirkiye nikare astengiyan li hemberî avabûna dewleta kurdî derxîne, ji ber ku Amerîka û Rûsya jibo berjewendiyên xwe neçar in hebûna kurdan qebûl bikin, bi wê wateyê ku zordariya ku di çerxê 20ê de li kurdan hatiye kirin êdî bi dawî hat û dê kurd jî bigihên mafên xwe, lewma Tirkiye jî ew yek nas kir û dixwaze pêwendiyên xwe ligel kurdan baş bike. Li gorî nêrîna min jî hebûna dewleta kurdî li navçeyê ti metirsiyê naxe ser Tirkiye û ezmûna çend salên borî jî ew yek selimandiye.”




