25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsê Kargêrî yê DAIŞê hat kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP-info- Berpirsê Kargêrî yê Wîlayeta Mûsilê ya DAIŞê ligel zêrevanekî xwe di lêdana balafiran de hat kuştin.

Berpirsê Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ji Malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Mûsilê li otomobîla Berpirsê Kargêrî yê Wîlayeta Mûsilê Îsmaîl Sebawî dan.”

Îsmet Receb wiha got: “Şevê din wan balafiran li Çarêya Pira 4ê ya nêzîkî taxa Beis li wî berpirsê DAIŞê dan û ew û zêrevanekî wî kuştin.”

Receb wiha domand: “Herwiha çend çekdarên nenas êriş kirin ser xaleke pişkinînê ya DAIŞê li navçeya Babil Cedîd ya li aliyê rastê ji bajarê Mûsilê û 10 deqeyan şer di navbera wan der berdewam kir û piştre hêzeke din bi wan çekdarên DAIŞê ve hatin û hêj nediyar e ku ziyanên wan çend bûn.”

Nûçeyên têkildar