26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Parlamentoya Iraqê pesnê rol û helwestên Serok Barzanî da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Civata Nûnerên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Ciburî behsa karîgeriya rola Serok Barzanî ya li hevkêşeyên siyasiyên Iraq û navçeyê kir û pesnê wan helwestan kir ku bi dirêjahiya temenê xebata xwe cihê baweriya hemû aliyek û hemû pêkhatên Iraqê bûye û bandora xwe jî li çareserkirina kêşeyan da hebûye.

Îro 28.12.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El-Ciburî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serokê Civata Nûnerên Iraqê pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li Serok Barzanî kir û destxweşiyê li qehremanî û azayetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstên DAIŞê kir û hêvî jî xwest bi hîmeta hêzên Iraq û Pêşmerge û piştevaniya hêzên hevpeymanan navçeyên din jî ji destê terorîstên DAIŞê bêne azad kirin.

Li beşekî dinê hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê destxweşiyê li Serok Barzanî û Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo himbêz kirin û hewandina koçber û lêqewimiyên li parêzgehên Iraqê kir ku bi sedema dagîrkirina navçeyên wan ji aliyê DAIŞê ve rû li Herêma Kurdistanê kirine.

Di beşekî dinê axaftina xwe de behsa karîgeriya rola Serok Barzanî ya li hevkêşeyên siyasiyên Iraq û navçeyê kir û pesnê wan helwestan kir ku bi dirêjahiya temenê xebata xwe cihê baweriya hemû aliyek û hemû pêkhatên Iraqê bûye û bandora xwe jî li çareserkirina kêşeyan da hebûye.

Her li vî warî de daxwaz ji Serok Barzanî kir rola xwe ya li nêzîkkirina hêz û aliyên siyasiyan û pêkhatên Iraqê de ya ji bo çareserkirina kêşeyan û pêkanîna hevkariya rasteqîne de bibîne.

Her di vê hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî bi terorîstan li Enbar û Selahedîn û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê pêşketinên dawî yên siyasî li Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîst e aliyên Iraqê nebin beşek ji nakokiya siyasî ya mezhebî.

Di derbarê hewlên ji bo çareserkirina giriftên pêkhatên Iraqî Serok Barzanî wê yekê xisterû ku ewê li şiyanê de bê ji bo mîsogerkirina hevkarî û hevdû nêzîkkirina aliyan de encam dide.

Nûçeyên têkildar