10 termên din ên kurdên êzdî dê bigihên Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên êzdî di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, termên din ên kurdên êzdî dê bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî bigihên Herêma Kurdistanê, ku di deryaya Ege de jiyana xwe ji dest dabûn û niha li Tirkiyê ne.
Şêx Şamo Nûnerê kurdên êzdî di Parlamentoya Kurdistanê de ji Malpera KDP.info re ragihand: “Ew qurbaniyên ku li ser riya koçberiyê di deryaya Egeyê xeniqîne, temên wan niha li Tirkiyê li Ezmîr in û hejmara wan 10 term in.”
Şemo da zanîn ku, bi fermana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ew term bihihên Herêma Kurdistanê, ku hemû xelkê devera Başîk û Behzan û Şêxan in.
Nûnerê kurdên êzdî di Parlamentoya Kurdistanê de wiha got: “Tê çaverêkirin ku ew term roja Çarşemê bigihên Kurdistanê û di merasimekê de bên veşartin.”




