26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dildar Zêbarî ji Encumena Parêzgeha Mûsilê hat dûrxistin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Encumena Parêzgeha Mûsilê bi koma dengan biryar da ku endamê encumenê Dildar Zêbarî ji kar were dûrxistin.

Derbarê wê yekê de Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji Malpera PDP.info re ragihand: “Encumena Parêzgeha Mûsilê îro di kombûna xwe de bi koma dengan biryar li ser ji kar dûrxistina endamê encumenê Dildar Zêbarî da.”

Seydo Çeto da xuyakirin, ew biryar ji ber ku “Dildar Zêbarî zêdetirî 3 mehan bû beşdarî di kombûnên Encumena Parêzgeha Mûsilê de nekiribû”, hat dan.

Çeto tekez kir, ku biryara ji kar dûrxistina Dildar Zêbarî li gor rêziknameya encumena parêzgehê hatiye dan.
 

Nûçeyên têkildar