26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. % 90 ji bombeyên Şingalê hatine pûçkirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Yekîneya Endazyariya Leşkerî li Şingalê Lîwa Mehmûd Kakeyî ragihand ku, tîmên wan mijûlî paqijkirina Şingalê ne ji bombeyên vedayî û heta niha % 90 ji bombeyên Şingalê hatine pûçkirin.

Lîwa Mehmûd Kakeyî Fermandarê Yekîneya Endazyariya Leşkerî li Şingalê ji Malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha % 90 ji bombeyên Şingalê hatine pûçkirina. Li cadeyên sereke û avahiyên hikûmî ti pirsgirêka me nemaye û me nêzîkî 1377 bombeyên vedayî hatine pûçkirin, herwiha me zêdetir ji 12 otomobîlên bombekirî û 4 tunêlên bombekirî pûç kirine.”

Kakeyî  wiha got: “Li nava Şingalê hêj karê me maye, hin xanî hene ku bombekirî ne û bi xaniyên din ve girêdayî ne, lewma dem ji me re divê heta em çareser bikin.”
 

Nûçeyên têkildar