Ocalan: PKK siyaseta dagîrkarî bikar tîne

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedar Osman Ocalan ragihand ku, divê PKKê rêzê ji serweriyên Kurdistanê bigire û çav li Hêzêzn Pêşmerge bike û ji axa Herêma Kurdistanê derkeve û dest ji siyaseta xwe ya dagîrkarî ber de.
Osman Ocalan siyasetmedarê Kurd û birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Malpera KDP.info re ragihand: “Pêwendiya PKK bi Bexdayê re bo têkdana rewşa Herêma Kurdistanê ye, ku ev yek ne ji karê kurdan e û tiştekî xerab e, ew jî di demekê de ye ew xwe wek hêzeke neteweyî dibînin. Hêzên Pêşmerge çûn Kobanî û heta ew bajêr û derdora wî azad nebû venegeriyan, ku roja vegera wan rojeke dîrokî bû di dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê kurd e, lewma pêwîst e PKK jî çav li Hêzên Pêşmerge bike û ji Herêma Kurdistanê vekişe û bi vê yekê dest ji siyaseta xwe ya dagîrkirinê ber de û rêzê ji serweriyên Kurdistanê re bigire.”
Ocalan wiha got: “Dûrxistina pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê bûye sedem ku bajarên kurdan wêran bibin û niha welatiyên kurd tên kuştin, kurd ji mal û halê xwe derdikevin û bi vê yekê tenê welatiyên sivîl ziyanê dibînin, lewma şer ne çareser e û divê PKK rêzê ji xelkê Bakurê Kurdistanê re jî bigire û careke din vegere ser maseya diyalogê da ku pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike.”




