25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zeîm Elî: Pêşmerge hemû cihên stratejîk ji terorîstên DAIŞê standine

Çavkanî: KDP.info

Rojhilatê Dîcle-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcle ragihand ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di nava salek û 4 mehan de karine cihên stratejîk û girîng ji destê terorîstên DAIŞê derxînin, niha jî hewl didin bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetan ji wan re peyda bikin.

Zeîm Elî Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcle ji Malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di nava salek û 4 mehan de karine cihên stratejîk û girîng ji destê terorîstên DAIŞê derxînin, niha jî li wan deverên ku aram in hewl didin bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetan wek av, kareba û tendirûstî û perwerde ji nahiyeyên Wankê û Zûmar û Rebîe û Sinûnê û navenda Şingalê re peyda bikin.”

Nûçeyên têkildar