26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nadiya Murad ligel Serokê Misrê civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî ligel keça kurd a êzîdî Nadiya Murad civiya û di wê hevdîtinê de kiryarên DAIŞê bi navê îsalmê şermezar kir û got îslam ji wan karan bêrî ye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Misrê, Ebdulfetah El-Sîsî pêşwazî li keça kurd a êzîdî Nadiya Murad a ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, kir.

El-Sîsî di wê hevdîtinê de ragihand: “Em kar û kiryarên DAIŞê yên bi navê îslamê bi tundî şermezar dikin. Îslam ji wan karên terorîstî yên DAIŞê pêrî ye. Îslam li mafê hemû ol û pêkhateyan mukir hatiye, herwiha giringiyê dide rehim û lêborînê.”

Li gorî heman daxuyaniyê, wê keça kurd bi navê êzîdiyan spasiya El-Sîsî kir ku ev hevdîtin lidar xist. Herwiha rola Misrê di nava welatên îslamî de li dijî terorê û hizra tundrew, bilind nirxand.

Nadiya Murad ji Ebdulfetah El-Sîsî re behsa êrişên “hovane” yên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî li Şingalê kir û wiha domand: “Terorîst bi hêceta îslamê êriş dikin me, lê em ji kevin de ligel mislimanan bi aramî dijiyan.”

Murad daxwaz kir ku ligel zanayên Zanîngeha Ezherê bicive da ku jê re wan tawanên DAIŞê bi navê ola îslamê zelal bikin. Herwiha da zanîn ku, “Pêwîst e welatên îslamî wê hovîtiya DAIŞê şermezar bikin û kêmîneyan ji wan kiryarên nemirovî biparêzin.”


 

Nûçeyên têkildar