Erdogan bo Nêçîrvan Barzanî: Em li pişta Herêma Kurdistanê ne

Stenbol-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan û di wê hevdîtinê de, Erdogan tekez kir ku ew bi temamî piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin di şerê li dijî DAIŞê de û ewê ji hemû aliyan ve alîkariya Hewlêrê bikin.
Piştî civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûdoglu, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Erdogan saetek û nîvê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de hat kirin.
Recep Tayyip Erdogan ji Nêçîrvan Barzanî re tekez li ser wê yekê kir Herêma Kurdistanê û Bexda ji Tirkiyê re girîng in, lewma ew hewlên xwe didin ku pêwendiyên dostane yên di navbera herdu aliyan de qayimtir bibin.
Herwiha Erdogan tekez kir ku ew bi temamî piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin di şerê li dijî DAIŞê de û ewê ji hemû aliyan ve alîkariya Hewlêrê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekez li bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Enqerê kir û spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyê kir, li ser alîkariyên leşkerî û mirovî yên ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye û hêvî xwest ku herdu alî zêdetir giringiyê bidin pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera xwe de.
Di dawiya civînê de, herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku di vê rewşê de Hewlêr û Enqerê li ser hevdîtin û gotûbêjên xwe berdewam bin, da ku bi baştirîn şêwe rûbirûyê rewşê bibin û asayiş û aramî li navçeyê belav bibe.




