Davûdoglu: Pêwendiya me ligel Hewlêrê ya herî stratejîk û girîng e

Stenbol-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu re hevdîtin pêk anî û di wê hevdîtinê de Davûtoglu hêvî xwest ku di paşerojê de pêwendiyên herdu aliyan di hemû waran de qayimtir bibin, herwiha pêwendiya welatê xwe ligel Hewlêrê wek herî stratejîk û girîng ligel derve da nasandin û piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro çû Tirkiyê û li bajarê Stenbolê li Koşka Dolmabahçe bi Davûtoglu re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de û bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de nirxandin.
Derbarê wê yekê de, Davûtoglu hêvî xwest ku di paşerojê de pêwendiyên herdu aliyan di hemû waran de qayimtir bibin, herwiha pêwendiya welatê xwe ligel Hewlêrê wek herî stratejîk û girîng ligel derve da nasandin û piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku Hewlêr giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe ligel welatên cîhanê bi giştî û ligel Enqerê bi taybetî û hêvî dike ku di hemû waran de pêwendiyên herdu aliyan pêş bikevin. Herwiha spasiya alîkariyên Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û alîkariya koçbera de kir.
Di beşekî din ji vê civînê de, behsa pêşhatên ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hat kirin, ku çendîn car bûye sedema girtina sînorê Îbrahîm Xelîl û vê yekê bandoreke xerab li herdu aliyan kiriye. Herwiha tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku Tirkiye hemû hewên xwe dide da ku aramiya sînorê wê parastî be û hatinûçûn û birinûanîna bazirganî bi awayekî normal berdewam be.
Nêçîrvan Barzanî û Davûdoglu çend mijarên din ên girêdayî Herêma Kurdistanê û Tirkiyê nirxandin.
Di serdana Serokwezîr Barzanî de jî mîna ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Ala Kurdistanê li kêleka alên Iraq û Tirkiyê hat danîn.




