26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî jî bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin

Çavkanî: KDP.info

Stenbol-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu re hevdîtin pêk anî.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro çû Tiriyê û li bajarê Stenbolê li Koşka Dolmabahçe bi Davûtoglu re hevdîtin kir.

Nêçîrvan Barzanî dê paşê jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re rûnê.

Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Tirk gotûbêjan li ser:

Yekem: Wergirtina deyn ji bo Herêma Kurdistanê
Duyem: Çawaniya hinartina gaza sirûştî ya Kurdistanê bo Tirkiyê
Sêyem: Rewşa deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, ku ev çend roj in ji ber aloziyên Bakur hatiye girtin, gotûbêj bikin.

Di serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de jî mîna ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Ala Kurdistanê li kêleka alên Iraq û Tirkiyê hat danîn. 

Nûçeyên têkildar