25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê dijwartir dibin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Şer û pevçûnên heyî li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li derdorê Amedê dijwartir dibin.

Di vê derbarê de jêderên nûçeyan belav kirin ku dohê şer û pevçûneke gelek tund di navbera endamên YDGHê û artêşa Tirkiyeyê de li derdorê Amedê qewmiye û endamên YDGHê bi bombeyan êrîşî ser hêzên Tirkiyeyê kirine û di encam de çend leşker û polîs hatine kuştin.

Jêderên han eşkere dikin ku YDGHê bi rêya reymond kontrolê li taxa Sur çend bombeyek teqandine û di necam de çend leşker hatine kuştin û çend tirimbîlên leşkerî jî hatine têkbirin.

Ji aliyeke din ve li Cizîre, Silopî û derdorê Mardînê jî pevçûn didomin û tê gotin ku kuştî û birîndar jî hene.

Ji bo protestokirina bûyer û qedexeyên çûnûhatine yên li bajarên Bakurê Kurdistanê girseyek li ber avahiya HDPê ya Gever kom bû û ber bi Cadeta Cengiz Topelê ve meşiya.

Polîsên tirk li nêzîk xaçerêya dermanxaneya bi ava şid û bombeyên gaze êrişî girseyê kirin.

Piştî êrişê girsê belav bû esnafên navçeyê dikan û kargehên xwe girtin. Alozî hêj li navçeyê didomin.

Xelkê navçeya Hezex a Şirnexê îro ber bi navçeya Cizîrê ve ketin rê.

Girseya Hezexê ku derdora 3 hezar kesan pêk tê, li bajaroka Deştadarê rastî êrîşa hêzên ewlkariya Tirkiyê hat. Gel bi slogana, "Bijî berxwedana Cizîrê" bersiv da êrîşan.

Piştre girsî dîsa kom bû meşa xwe ya ber bi navçeya Cizîrê ve domand.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ji ber şer û pevçûn û qedexebûna derketina derve heta niha 500 dikan hatine girtin û 5 hezar kes jî ji kar hatine derxistin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, eşkera kir ku ewê deynên dikandar û karsazên navçeya Sûrê ya Amedê 3 meh taloqbikin. Lê karsaz li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandidin û dibêjin taloqkirina 3 mehan çareserî nîne. Divê deynên sîgorta û yên bacê herî kêm salêk bêne taloqkirin û ji bo çareseriya mayînde jî şer û pevçûn bi dawî bibin.

Nûçeyên têkildar