26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dewha: Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî hate ava kirin

Çavkanî: KDP.info

Opozisyona Sûriyê li Dewhayê gihîşte biryara avakirina kiyaneke nû ku piraniya aliyên opozisyona Sûriyê digre nav xwe û nave wê dibe (Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî).

 

Şeva yekşemê 11/11/2012`e li paytexta Qeterê Dewha`yê opozisyona Sûriyê di civîna xwe de xebatkar Ma`z Elxetîb bo seroketiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî ya nû hilbjartin, li gel du cigeran (Riyad Sêf û Suhêr Elatasî) û Mustafa Sabax wek sekerterê giştî yê itîlafa nû hat hilbijartin.

 

Herweha hat zanîn ku posta cigerê sê yê ma vala heta jibo Kurdan.

 

Wek hat ragihandin, ku koalîsyona nuh wek heykelekî ji hikumeta demî ya potansiyel re tê venêrîn. Amerîka, Birîtanya, Fransa, Almanya û çend welatên erebî bi xurtî piştgirtiya vê konfêransê kirin

Nûçeyên têkildar